Cenazeyên 7 şehîdan li Şedadê hatin veşartin

Welatiyên navçeya Şedadê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 7 şervanên YPG'ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, li goristana şehîdan a Şedadê spartin axê.

Bi sedan welatiyên navçeya Şedadê cenazeyên şervanên YPG'ê Ehmed Mihêmîd (Remah), Umer Xelîfe (Farûq), Mihemed Mihêmîd (Fadî), Zuhêr Ewad (Hesen Şedadê), Elî Ibrahîm (Red), Emar Reşîd (Werde) û Elî Ebdullah (Kesar) ji Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û YPG'ê axaftin hate kirin.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza domandina têkoşînê dan. Piştre cenazeyê şervanên YPG'ê bi dirûşma "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.