Meclîsa Tenduristiyê: Li Efrînê me daneyên kîmyewî dîtin

Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê diyar kir ku li gundê Erendeyê di wan çekan de ku dewleta Tirk li dijî sivîlan bi kar aniye, ew li daneyê kîmyewî yên madeya klorê rast hatine û bang li saziyên tenduristiyê yên navneteweyî kir ku werin lêkolînan bikin.

Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê derbarê gaza klorê ku dewleta Tirk û çeteyên wê di hewldana dagirkirina Efrînê de şêva dî li gundê Erendeyê ya Şiyê ya Efrînê bi kar aniye, daxuyanî da.

Berdevk Doktor Xelîl Sebrî ku li ber Nexweşxaneya Avrînê daxuyaniyek çapemeniyê da diyar kir piştî lêkolîna li ser welatiyên sivîl ên ku ji gundê Erende yê Şiyê, ku ji çekên ku hatine bikaranîn nexweş ketibûn, ew li daneyên gaza jehrî rast hatine.

Sebrî navê van welatiyên ku ji van çekan nexweş ketine da û got, "Li laboratuara me piştî lêkolîna doktorên me yên pispor diyar bûye ku ev kes dema hilmê dikişînin zehmetiyê dibînin û reaksiyoneke kîmyewî bi wan re çêbûye. Her wiha ji wê herêmê ku çek lê hatine bi kar anîn me hinek ax anî, ji lêkolîna li ser axê diyar bûye ku di nav de bi rêjeyeke zêde madeya klorê heye."

Dr. Xelîl Sebrî got ew amade ne ku encamên lêkolînên xwe bi hemû rêxistinên tenduristiyê û mafê mirovan re yên navneteweyî re par ve bikin û got, "Di vê mijarê de em bang li hemû saziyên navnetewî dikin ku peywira xwe bi cih bînin, werin vir û lêkolînê bikin."

Navê welatiyên ku ji çekên jehrî nexweş ketine wiha ne: Evdirrehman Şelîl, Mehmûd Reşîd Hesûn, Ehmed Mihemed Hemo, Ednan Şalîl Osman, Mihemed Arîf Heqî.