Şervanê YPG’ê yê Hollandayî şehîd ket

Şervanê YPG’ê Sjoerd H ê bi nasnav Baran Sason ê Hollandayî şehîd ket.

RTL Nîeûws, ragihand ku di encama teqîna wesayîteke  bombeyî de şervanê YPG’ê Baran Sason jiyana xwe ji dest daye.

Rojnameya De Volkskrant jî ji devê berdevkekî ji Wezareta Karê Derve şehîdbûna Sason piştraskiriye, nivîsand. Li gorî rojnameyê malbata Sason ji Sefaretxaneya Hollandayê alîkarî nexwestiye.

Rojnameyê hevpeyvîna Baran Sason a sala borî ku bi ANF’ê re jî kirî bibîr xist, bal kişand ku Baran Sason li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer dike, ziman û çanda Kurd fêr bûye.

Hevpeyvîna mijara gotinê, di 29’ê Gulana 2017’an de hatibû parvekirin. Şervanê Hollandî wê demê ew salek bû li Rojava. Sason  di pêngava Tebqa ya wê demê xwedî cihekî stratejîk bû de jî cih girtibû, Piştre jî di Qonaxa Çaran a Pêngava Xezeba Firatê bibû.

Sason wiha gotibû: “ Pêngava Xezeba Firatê dewam dike. Em ê bajarê Reqayê jî azad bikin. Tirkiye nikare tevlîbûna QSD’ê ya pêngava Reqayê bide astengkirin.  Ji ber ku li ser vê xakê ji derveyî şervanên QSD’ê û YPG’ê ti hêz nikare xwe li ber DAIŞ’ê bigire.”  Weke ku Sason gotî, Reqa azad bû, Tirkiye nekarî ji bo QSD’ê ya çûna Reqayê bibe asteng.

Sason Gulana 2017'an ji ANF'ê re axivîbû:

Şervanê Hollandayî, li Reqayê ye…