Li Racoyê 7 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Li gundê Bililka yê navçeya Racoyê di şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ-El Kaîde, OSO’yê de, li gorî agahiyên berdest 7 çete hatin kuştin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê OSO, DAIŞ-El Kaîde li ser Efrînê di roja 30’an de didomin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li herêma Racoyê derbeyek giran li çeteyan da.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li Efrînê, di şerê li gundê Bililka yê navçeya Racoyê 7 leşker û çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin.

Diyar bu piştî derbeya şervanên QSD’ê balefriên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêma Racoyê bombebaran dikin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Mabata a Efrînê jî dewam dikin. Artêşa Tirk gundên Hebu, Sariya, Dimiliya û Bedina bi obusan topbaran dike.