Artêşa Tirk mizgeft bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker careke din bombe li mizgeftê barand û 3 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker ku li beramberî berxwedana şervanên YPG/YPJ nikare pêş ve biçe, careke din jîngehên sivîl û cihên pîroz kir hedef.

Di encama êrîşa bi topan ya li dijî mizgeftra gundê Meremîne ya navçeya Şerayê de 3 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker di rojên derbasbûyî de jî li navçeya Cindirêsê mizgeftek bombebaran kiribû.