Detayên êrîş û şerê duh bi şev ê li Efrînê

Li Efrînê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û artêşa Tirk a dagirker de duh bi şev li gelek cihan şer qewimî. Bomberdûmana cih û warê sivîlan jî dewam kir.

Li Efrînê duh bi şev li pênc eniyên cuda şer û bomberdûmanê dewam kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hatin wergirtin, detayên li ser êrîş û şerê duh bi şev wiha ne:

ENIYA ŞERA

Duh bi şev li derdora gundê Dîkmedaşê di navbera QSD'ê û hêzên dagirker de şer qewimî. Hêzên dagirker top avêtin gundê Çema.

Li gundên Deraqliya û Carinceke jî bi çekên giran şer qewimî.

ENIYA CINDIRÊSÊ

Hêzên dagirker heta ber destê sibehê top avêtin derdora gundên Dewa û Til Silorê.

Li hawirdora gundê Axcelê jî şervanên QSD'ê li dijî artêş û çeteyên dagirker çalakiyek kirin. Li ser encama vê çalakiyê agahiyeke zelal bi dest neket. Şerê li herêmê dewam dike.

BILBILÊ

Li navçeya Bilbilê, balafirên şer bombe li dora gundê Şêxorzê barandin. Artêşa dagirker jî top li seranserê sînor barand.

RACO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev top avêt herêmê.

NAVENDA EFRÎNÊ

Duh bi şev saet 23'an artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe top avêt navenda bajarê Efrînê.