Cenazeyên Şehîdên Bagera Cizîrê bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Cenazeyê 6 şehîdên şervanên YPG’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Hesekê bi tevlîbûna sedan welatiyan bi merasîmeke heybet li Giristana Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Şervanên YPG‘ê Mehmûd El-Eswed (Hemze), Ednan El-Elî ( El-Nimir), Mehmûd Xilêf (Sîpan), Selah El-Yasîn ( Azad Hesekê), Necim Şehadê (Agirî) ên di 11‘ê Sibatê de û şervanê QSD‘ê Seed El-Zêdan (Waîl El-Dêr) ê 12‘ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûn.

Gelê Hesekê cenazeyên şehîdên xwe ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergertin û bi kerwanekê ber bi Goristan Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi rêketin. Girseya gel di wê navberê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” beriz dikin. Cenazeyên şehîdan li goristanê ji aliyê bi sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîm bi deqyeke rêzgirtin leşkerî ya ji aliyê şervanênh YPG/YPJ’ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Piştî rêzgirtinê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sultana Seyîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û banga xwedîderketina li şehîdan kir.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sûltan Seyîd, dîsa li ser navê hêzên leşkerî Brûsk Hesekê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Fewaz El Zewabî axivîn.

Di axaftinên merasîmê de hatin kirin, soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn û banga berxwedana xurt li dijî êrîşên dagirkeriyê hate kirin.

Di dewama marasîmê de malbatên şehîdan jî axivîn û soza berxwedanê heta azadiyê dan.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hakin.

Di dawiya merasîmê de jî cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ye Şehîd” ve hatin veşartin.