Li Qamişlo cenazeyê 2 şervanên azadiyê spartin axê

Cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên di Bagera Cizîrê de şehîd bûne, îro li Qamişlo bi merasîmekê spartin axê.

Ji bo şervanên YPG/YPJ’ê Riyad Îbrahîm (Baran Qamişl) û Xensa Yûsif ( Sara Selmî) ên di şerê pêngava Bagera Cizîrê yên li bejahiya Dêra Zor dewam dikin şehîd bûne, îro li goristana şehîdan a Qamişlo merasîmek hate lidarxistin.

Gelê ku cenazeyê şehîdan li ber derê Avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya ku li taxa Enteriye ya Qamişloyê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan ve ketin rê.

Piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG’ê -YPJ’ê ve hati amadekirin, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî. Hesen di kesayeta her du şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bibir anî, ji malbatên şehidan re sersaxî xwest.

Hevseroka Konseya Darayî ya Rêveberiya Xweser a Cizîrê Remziye Mihemed jî axivî û got; “Berxwedana Efrînê ya ku pilanên hêzên komploger vala derdixin silav kir. Ev berxwedan bingehê xwe ji ramanên Ocalan digire.”

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên şehîdan ji aliyê hevrêyên wan ve bi diruşmên “Şehîd Namirin” ve spartin axê.