Lêkolîna li ser gaza bi jehr a li Efrînê hate bikaranîn qediya

Lêkolîna li ser gaza bi jehr ku tê gotin, hêzên dagirker ên Tirk roja Înê li Efrînê bi kar anîn, qediya. Doktorên li Efrînê wê îro (Yekşem) li ser mijarê daxuyaniyekê bidin.

Piştî êrîşa li ser gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê 6 sivîl rakiribûn nexweşxaneyê. Hatibû ragihandin ku rewşa birîndaran nîşan dide dibe ku gaza jehrê li dijî wan hatibe bikaranîn. Doktorên Nexweşxaneya Avrînê lêkolînên xwe yên li ser rewşa nexweşan qedandin.

Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê ragihand ku wê li ser bikaranîn an jî nebikaranîna gaza bi jehr roja Yekşemê daxuyaniyekê bidin. Daxuyanî wê li gorî dema herêmê saet 12:30'î bê dayin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandinbû ku gaza bi jehr li dijî wan hatiye bikaranîn. Di daxuyaniyê de wiha hatibû gotin, "Artêşa dagirker û komên wê yên terorê êrîşeke giran birin ser gundê Erendê. Fikar hene ku di vê êrîşê de dewleta Tirk gaza bi jehr bi kar aniye. Gelek sivîlên ku vê êrîşê bandor li wan kirin, li Nexweşxaneya Avrînê tên dermankirin. Civaka navneteweyî li pêşberî van êrîşan bêdeng e."