YPG-YPJ’ê derbên giran li dagirkeran dixe
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin, şervanên YPG-YPJ’ê şevê dî derbeke giran li hêzên dagirkeran da.
Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê berdewam dikin, şervanên YPG-YPJ’ê şevê dî derbeke giran li hêzên dagirkeran da.
Şervanên YPG-YPJ’ê li Raco ya Efrînê, li gundê Excelê derbek li dagirkeran da.
Li Cindirêsê, li gundê Dewa jî şervanan çalakiyek kirin. Piştî çalakiyê encam çi bûn baş diyar nebû.
Artêşa Tirk a dagirker herêma Raco bombe kir û moşek avêtin.
Bombekirin heta sibehê domand.