Rejîma dewleta Tirk li Şehbayê gundek bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê gundek bomberdûman kir.
Dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê gundek bomberdûman kir.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker gundê Herbîlê bi obus û hawanan bomberdûman kir.
Derbarê bomberdûmanê zêde agahî nehate stendin.
Artêşa Tirk di 2’ê Tebaxê de jî top avêtibû gundên Şehbayê. Herbîl jî di nav van gundan de bû.