HRE: Li Mare, Bab û Ezazê 17 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrîn ragihandin ku di rêzeçalakiyên li Mare, Bab û Ezazê de 17 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiyên hêzên wan yên li herêma Mare, Bab û Ezazê berfireh û bi bandor lidar xistine û di van çalakiyan de bikêmanî 17 çete hatine kuştin, 2 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin.

HRE li ser rêzeçalakiyan ev agahî da: “31’ê Tîrmehê li derdora bajarê Mareyê hêzên me çalakiyekî li dijî çeperên çeteyên bi navê Ehrar el-Şerqiye û Cebha el-Şamiye lidar xistin. Di çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.

2’yê Tebaxê li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê yekîneyên me bi çalakiyekî berfireh êrîş birin ser baregeh û çeperên terorîstan. Di encama şerê dijwar de 8 terorist hatin kuştin û hejmarek ji terorîstan jî birîndar bûn, her wiha hêzên me gelek çeper û wesayîtên doçka li ser rûxandin.

2’yê Tebaxê li gundê Daxilbaş ser bi Babê hêzên me çalakiyekî li dijî çeperên çeteyên Cebha el-Şamiye lidar xistin. Di encama çalakiyê de wesayîteke doçka hat rûxandin û 4 çete hatin kuştin.

Di encama çalakiyên hêzên me li Mare, Bab û Ezazê herî kêm 17 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên leşkerî û gelek çeper hatin rûxandin.”