Kongra Star a Rojava Qirkirina Şengalê şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star a Rojava Qirkirina Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de şermezar kir û diyar kir ku wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran.

Koordînasyona Kongra Star a Rojava Qirkirina Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de şermezar kir û diyar kir ku wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran.

Di daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star a Rojava de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî ku tê zanîn di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Êzidiyên Şengalê dagirkerî û çeteyên DAÎŞ’ê  xwestin fermana qirkirina çandî pêk bînin û fikir û felsefeya Ezdayîtiyê ji holê rabikin. Jiber ku ev fikir û felsefe bingeha dîroka berxwedanî, xweparastin û cewherê Zerdeştiyê ye. Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema netewa demokratîk dide diyarkirin. Jibo wê jî dixwazin bi rêya ferman û êrîşên qirkirinê ve hêza gelên berxwedêr û demokratîk îmha û înkar bikin û desthilatdariya xwe li ser hemû gelên bindest bidin berdewam kirin.

Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser Êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin. Encama vê fermanê de bi hezaran Şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Gelek mirovên herêma Şengalê jî birîndar bûn û hatin kuştin. Bi hezaran însanên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û mecbûrî koçberiyê bûn. Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ew e ku bi qirkirina jinan ve civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin. Li hemberî rastî û hêza jinan tirs û xofekî pir mezin li rastê ye.

DAGIRKERÎ BI SER NEKET

Bi vê rêyê ve, xwestin qetliyamê pêk bînin lê belê, ev plan û projeya dagirker û hevkarên îxanetkar bi ser neket û vala hatin derxistin. Li hemberî vê fermanê; Hêzên HPG, YJA-Star, YPG-YPJ’ê hewariya wan de çûn û korîdora azadî û rizgariyê vekirin û hemû gelên Êzidîyên li Şengalê gihandin warên ewle. Encamê de Şengalê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. Piştgiriya azadî û demokrasiyê û biratiya gelên xwedî çand û baweriyên cûda,  li herêma Şengalê careke din xwe li hemberî dagirkerî û koletiyê zindî û rêxistin kir.

Xwestin bi destên DAIŞ’ê  demografya heremê biguherînin û armanca DAIŞ’ê ew bû ku qirkirinê li ser baweriya gelên Êzidiyên herî qedîm pêk bînin.  Lê belê, taybet jî ji aliyê  hêzên azad ên YPJ’ê  ve li hemberî zihniyeta desthilatdar a çeteyên xwînxwar û faşîst,  berxwedan û tekoşîneke pir mezin dan nîşandan û tesîreke pir mezin di raya giştî de jî dane avakirin. Li hemberî vê qetliyamê bersiveke pir mezin û pîroza dane dijminê çeteyên hov. Bi hezaran ciwanên kurd canê xwe feda kirin û jibo gelên Ezidî careke din vegerin li ser axa xwe hewildanên pir mezin dan avakirin. Dîsa, hêzên YPG-YPJ jin û zarokên civaka Êzidiyan ji destê DAIŞ’ê  xilaskirin û hiştin ku jin û zarokên Êzidî bigehêjin malbatên xwe û vegerin ser axên xwe. Rewşa niha de gelên Êzidî gihîştine wê astê ku, tevî jin û ciwanên xwe,  xwe bi rê ve dibin û xwe diparêzin. Ew jinên ciwan ên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin di roja me ya îro de din ava hêzên YBŞ û YJŞ’ê de cihên xwe digrin û bi guhertineke tarîxî ve gelên xwe û axa xwe ew diparêzin. 

EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZA GELÊ ÊZIDÎ YÊN LI ŞENGALÊ

Di roja me ya îro de gel û jinên Êzidî dixwazin tevî rêxistinkirina xwe ya pêşxistine ve statûyekî ji wan re bê naskirin. Di tevahiya Iraqê de û ji bo jiyana xwe û azadiya xwe bixin bin ewlekariyê  daxwaza statuya Şengalê dikin. Em jî piştgiryê didin vê daxwaza gelên Êzidî Şengalê.

Di roja me ya îro de  Hêzên YPG-YPJ’ê ên ku civak û heremê, ji zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê  rizgar kirine û li ser navê insanetiyê li hemberî DAIŞ’ê şer dane meşandin û gelên Êzidiyan rizgar kirine;  niha jî  ji aliyê dewleta Tirk ve li ser hêzên heremê  êrîş û dagirkerî pêktê û bi van êrîşan ve tasviyekirina YPG-YPJ tê hedef girtin.  Şûna ku aliyê hêzên YPG-YPJ yên xilasker de cihê xwe bigirin, berevajî vê yekê  piştgiriyê didin hêzên çeteyên DAIŞ’ê û li hemberî YPG-YPJ’ê şer didin destpêkirin. Ev li dijî exlaqê civak û mirovatiyê ye.

Divê em li hemberî ev hêza dagirker û faşîst bihevre têkoşînê bimeşînin. Ji ber niha ji aliyê dewleta Tirk ên faşîst  ve li ser Rojhilatê Bakurê Suriya Demokratîk  êrîşên dagirkeriyê pêk tên. Divê em li hemberî tehdîdên li ser Şengalê û plana dagirkirina Rojhilatê Bakurê Sûriyeyê  di pêşengtiya jin û ciwanan de hemû gel  bi hev re têbikoşin û li ber xwe bidin. Em bangewazî  dikin ku hemû civak, pêkhate, bawerî û hêzên aligirên demokrasiyê yên li Rojhilatê Bakurê Sûriyê dijîn divê bi hev re li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirkan yekitiya xwe ava bikin û axa xwe bi hev re biparêzin. Di heman demê de em bang ji raya giştî ya navnetewî re jî dikin ku pêwîst e li hemberî êrîşên dagirkirina li ser Rojhilatê Bakurê Suriyeya Demokratîk bikevin hereketê û deng bidin.

Pêwîst e, li hemberî  van kiryar û polîtikayên qirêj,  bê pîvan û bê exlaqî divê em wek jinên têkoşer û berxwedêr parastin û yekîneyên xwe yên jinan bêhtir rêxistin bikin û vê siyasetê vala derbixin. Divê bi rihê seferberiyê ve li dijî zihniyeta serdestiya zilam, qetliyam û îşgalkirinê bisekinin û divê ji her demê bêhtir em destkeftiyên şoreşa xwe xwedî derbikevin û tevlîbûnên xwe li hemberî vê pêvajoya dijwar,  zêdetir bidin diyarkirin.

Em Koordînasyona Kongra Star a Rojava  ev ferman û komkujiya li ser gelên Êzidiyên Şengalê û taybet kiryar û polîtikayên li ser jinên Êzidî em şermezar dikin û salvegera vê roja tarî û qirêj bi bîra hemû civak û raya giştî tînin û dibêjin divê ev ferman û politikayên qirêj ên li ser çand û baweriyên pîroz û dîrokî wê tu carî neyên jibîrkirin û li hemberî vê yekê  têkoşîn û berxwedaniyeke mezin bidin avakirin. Wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran. Rêxistinbûyîna jinên cihanê wê bibin bingeha stratejî û taktika îdeolojiya avakirina jiyana wekhev û azad a demokratîk.”