Artêşa Tirk li Efrînê 5 hezar dar birî

Artêşa Tirk û çeteyên wê, li Efrînê qetlîama daran didomîne. Darên ku tên birîn, dişînin Tirkiyeyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja ku Efrîn dagir kirine, qirkirina xwezayê didomîne. Dagirker darên li herêmê dişewitînin û darên ku birîne jî dişînin ji Tirkiyeyê re.

Çeteyên bi navê Tûgaya 112’an û Tûgaya 3’an darên zeytûnan ên li Mabatayê şewitandin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li Mabatayê nêzî hezar dar bûne xwelî û li Şerayê jî gelek dar hatine şewitandin.

Hate hînbûn ku li gundê Xazyenê ê Mabatayê jî 5 hezar dar ji aliyê çeteyan ve hatine birîn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja ku Efrîn dagir kirine û heta îro 14 hezar hektar erd û bi hezaran darên mêweyan şewitandin û dest danîn ser zadên gel.