Xelîl: Her tişt wê ne li gorî dilê Erdogan be

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got, her tişt wê li gorî dilê Erdogan nemeşe.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl ji rojnameya Yenî Yaşamê re axivî.

Xelîl bal kişand ser gefên êrîşê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin îdîaya 'herêma ewle' de dixwe û destnîşan kir, dema ku ew van gef û êrîşên dewleta Tirk bidin ber çavan hingî pêwîstiya wan li dijî êrîşên Tirkiyeyê bi 'herêmeke ewle' heye, ne ya Tirkiyeyê.

Xelîl hevdîtinên di vê der barê de bi bîr xist û anî ziman ku du pêşnûme di vê mijarê de hene.

Ji bo her du pêşnûmeyan jî got, "Tirkiye dixwaze li seranserê sînor bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometreyî 'herêmeke ewle' ava bike û Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji xwe ev yek wê nebe 'herêma ewle' wê bibe 'herêma neewle' û dagirkerî. Di heman demê de dibêje 'ez ê bikevim herêmê'. Dixwaze mîna Efrînê bike û çeteyên xwe li herêmê bi cih bike."

Der barê îdîaya Erdogan ku dibêje, 'Em ê koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li herêmê bi cih bikin' Xelîl got, "Ev yek ne rast e, propagandayê dike. Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê îro bên vê deverê em ê çi ji wan re bêjin? Ew jî gelê Sûriyeyê ne û mafê wan heye ku li vê deverê bijîn.

Em vê yekê her tim dibêjin. Sûriyeyiyên koçî Tirkiyeyê yan jî herêmeke din kirine divê li xaka xwe vegerin. Di vê mijarê de pirsgirêk nîne. Lê belê armanca Erdogan ne ew e. Erdogan dixwaze komên xwe yên çekdar li vê deverê bi cih bike. Dixwaze hin komên ku li Îdlibê asê mane li vê herêmê bi cih bike."

Ji bo pêşnûmeya duyemîn jî Xelîl got, "Di her firsendê de em dibêjin ku em şer naxwazin, em li welatê xwe ne û zerara me negihîştiye kesî û em di vê çarçoveyê de tevdigerin. Pêşniyara me jî ew e ku tişta bi navê 'herêma ewle' bi kûrahiya 5 kîlometreyî be û li derveyî bajaran be. Hêzên li wê herêmê jî divê hêzên xwecihî bin. Hêzên koalîsyonê dikarin li herêmê li dewriyê bigerin. Ne Tirkiye lê belê divê di kontrola hêzên navneteweyî de be."

Xelîl destnîşan kir, li gel hevdîtin û danûstandinên dîplomatîk, eger êrîşek li dijî wan bê kirin, gelên herêmê bi salan e çi dike wê careke din heman tiştî bikin, wê li ber xwe bide û ew jî amadekariyên xwe bi her rengî dikin.

Xelîl got, "Em ew hêz in ku DAÎŞ têk biriye. Bila kes nebêje ku em ê bi hêsanî dest ji herêmê berdin."

Xelîl diyar kir, ji zêdebûna gefên Erdogan û vir ve liv û tevgera hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê jî zêde bûye û got, "Êrîş wê bibe sedem ku DAÎŞ ji nû ve zindî bibe. Mesela, eger êrîş bê kirin wê hêzên QSD'ê giraniyê bidin ser xeta eniyê û wê demê wê DAÎŞ'iyên li girtîgehan û kampan gelo wê çawa bên kontrolkirin? Dibe ku Erdogan bixwaze wan rizgar jî bike. Ji bo vê jî topekê du topan biavêje girtîgehan bes e. Wê demê ne tenê ewlekariya vê herêmê, wê ewlekariya tevahiya dinyayê bikeve metirsiyê."

Xelîl destnîşan kir, eger hêzên navneteweyî hinekî li dijî planên Tirkiyeyê radiwestin, sedem jî ev yek e.

Di mijara qada hewayî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de Xelîl got, "Kontrola qada hewayî ya vê deverê û ya Efrînê ne weke hev in. Kontrola qada hewayî ya vê deverê di destê koalîsyonê û DYE'yê de ye. Bêyî destûra wan ti welat nikare bikeve vê qada hewayî. Eger qada hewayî ji Tirkiyeyê re vekin wê demê wê rewşeke gelekî cuda derkeve holê. Eger Tirkiye ji bo vekirina qada hewayî DYE'yê îqna bike, wê demê Emerîka ya divê ji vê deverê derkeve ya jî balafirên xwe yên şer li vê deverê nefirîne."

Xelîl destnîşan kir ku dema ew ji derve ve li rewşê dinerin dibînin ku her tişt wê li gorî dilê Erdogan nemeşe.