Di salvegera fermanê de  Êzîdiyên Efrînê pêşangeha wêneyî lidarxistin

Beriya 5 salan çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bi ser Şengalê de birin. Ji ber salvegera 5’an a qirkirinê, Êzîdiyên Efrînê pêşengeheke wêneyî vekirin.

3'yê Tebaxa 2014’an ji bo gelê Êzîdî bû mîlad. Ev dîrok xeleka dawî bû ya komkujiyên ku beriya bi 773 salan dest pê kirî. Ji bo Êzîdiyan dibû ''Fermana 73’yan' ango 73 komkujî. 5 sal di ser êrîşa komkuj a DAÎŞ'ê re derbas bûn, ji ber wê Êzidiyên Efrînê pêşengeheke wêneyî tê de wêneyên êşa gelê Êzidî dide berz  kirin li kampa Serdem a Şehbayê vekirin . Li wir jî ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ji hêla gelê Êzidî û hemû gelê li wir deqîqeyek rêzgirtin hate sekinandin. Piştre li ser navê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nibo, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Bekir Elo û li ser navê Kongra Star a herêma Efrînê Hêvî Silêmenaxaftin hate kirin. Hemû axaftvanan salvegera komkujiya Şengala Şermezar kirin û xuya kirin ku êrîşa li ser Êzidiyên Efrînê temamkirina fermana Şengalê ye û teqez kirin wê bi bi ruhê biratiya gelan faşîzmê hilweşînin.”

 Di dawiyê de ji hêla yekîtiya Êzîdiyên Efrînê daxuyanî hate dayîn.

 Di daxuyaniyê de hemû fermanên li ser Êzdiyan şermezar kirin û bangî hemû dewletên navneteweyî kirin ku bila bi erkên xwe ya mirovahî rabin.