Çeteyên Tirk li Efrînên ciwanan direvîne

Li Efrînê çeteyên bi navên ‘leşker û polîs’ yên dewleta Tirk ciwanan bi zorê direvînin û beşdarî nava xwe dikin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi navê “leşkeriya neçarî” ciwanan direvînin û beşdarî nava xwe dikin.

Piştî dewleleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir ji bo ciwanan nasnameyên demkî çêdikin û di derbarê wan de agahiyan kom dikin. Diyar bû ku bi zorê ciwanên temenê wan 8-40 salî beşdarî nava xwe dikin.

‘YAN BEŞDARÎ ÇETEYAN BIBIN YAN PEREYAN BIDIN’

Derket holê ku li gundê Hesê yê navçeya Mabata du birayên hev Welîd Naso (35) û Şiyar Welîd (29) ji bo beşdarî çeteyan bikin bi zorê revandine.

Hate ragihandin ku ji bo berdana herdu birayan çeteyan ji malbatê 200 hezar Lîreyê Sûriyeyê xwestine.