Li Amûdê êrîşa Şengalê bi merasîmekê hate şermezarkirin

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Amûdê êrîşa qirker a çeteyên DAÎŞ’ê ya salvegera 5’an a li ser Şengalê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Li ser banga Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê bi tevlîbûna sedan welatiyên Amûdê êrîşa qirker a çeteyên DAÎŞ’ê ya salvegera 5’an a li ser Şengalê bi mîtîngekê hate şermezarkirin.

Çalakî bi meşa ji qada Jina Azad destpê kir û heta Qada Şengalê dom kir. Li vir mîtîngek hate kirin û li ser navê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Xerîb Hiso axivî û diyar kir îro her kes difikire bê ka çawa êrîşek qirker li ser vê ol û civaka kevnar dîsa çawa ev gel li ber xwe da û dijmin têk bir. Hiso got: “Ev bi saya şervanên di çeperan de şer kirin pêk hatin.”

Li ser navê rêxistina jinan a Kongra Star a Herêma Cizîrê Minewir Xalid ev roja reş şermezar kir û got: “Yên ku cudahiyê bixe nava gel û gelên herêmê wê dawiya wan jî mîna DAÎŞ’ê be. Wê bi saya ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû nasnameyên gelan bi hev re azad bijî.”

Li ser navê meclîsa bajarê Amûdê Ebdullah Ehmo jî axivî û diyar kir ku ev êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê bi destê dewletên navneteweyî yên herêmî ku dewleta Tirk pêşengtî dikir dixwestin civaka Êzidî qir bikin. Ehmo got: “Bi saya bersiva şervanên me ev hêz têk çûn.”

Di dewma çalakiyê de keçeke Êzidî helbestek li ser Şangalê xwend.

Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.