Kongreya Îslama Demokratîk gefên dewleta Tirk şermezar kir

Kongreya Îslama Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Qamişlo kon veda.

Li taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê Kongreya Îslama Demokratîk li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kon veda. Ji hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê oldarên saziyan beşdar bûn.

Piştre Hevserokê Ewqafan yê Rojava Seîd Hesen axivî û got; “Erdogan bi navê Îslamê dixwaze dagirkeriya welatan ji xwe re reva bike û para îslama Osmaniyan ji her welatî bigre. Lê ev Îslama xapînok wê wiha jêre nemîne.”

Piştre li ser navê saziya olî ya bajarê Amûdê Mele Selahaddîn Ehmed jî axivî û got ku Erdogan bi saya van gefên xwe dixwaze pêşiya rêxistinbûyînê ya li herêmê bigre.

Li kon gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker tên nîqaşkirin û tê payîn ku çalakî wê 5 rojan dewam bike.