Li Hesekê ji ber du teqînan kesekî jiyana xwe ji dest da

Li taxa Mişerfe ya Hesekê di nava nîv saetê de du teqîn pêk hatin.

Motorsîkleteke bombebarkirî li taxa Mişêrfa ya hemberî sûk Hal a zebzeyan a bajarê Hesekê hatibû bicihkirin saet 12:45'an hate teqandin.

Dema ku motorsîklet kes li nêzî teqînê tune bû.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn piştî teqînê yekser çûn cihê bûyerê û qedexeya çûyîn û hatinê ferz kirin, ji ber ku her roja yekşemê sûka gelêrî li wir vedibe.

Piştî teqîna yekemîn, teqîna duyemîn jî li kolana giştî ya taxa El-Neşwa Rojava saet 13:10'an pêk hat. Li gorî hêzên Hawarî li bajarê Hesekê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Çavkaniyekî ji hêzên Hawarî re ragihand ku rewşa kesê birîndar giran e û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Di her sê hefteyên dawî de li bajarê Hesekê zêdetirî 4 motorsiklêt hatin teqandin.