Çeteyên rejîma Tirk li Efrînê gelek sivîl revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeyên Mabeta û Şera yên Efrînê gelek kes revandin.

Çeteyê bi navê Cephe Şamiye yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Mabeta û Şera yên Efrînê gelek sivîl revandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên Efrînê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker li gundê Meserkê yê navçeya Şera ya Efrînê welatiyên sivîl ên bi navê Mistefa Nûrî Xelîl û Ehmed Mistefa Xelîl jî nav de 3 kes revandin.

Li gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta a Efrînê jî çeteyan Mihemed Fethî Cindî, Cafer Fethî Cindî û Mihemed Ehmed Mistefan revandin.

Çeteyan roja 31’ê Tîrmehê li gundê Brîmce ya Mabetayê jî Şiyar Fadil Xelîl revandibûn.