HRE: Li Cindirêsê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de 2 çete hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de 2 çete hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê got li navçeya Cindirêsê ya Efrînê du çete hatine kuştin.
HRE’yê got; “Roja 2’ê Tebaxê li gundê Firêriyê yê girêdayî navçeya Cindirêsê hêzên me kemîn li pêşiya 2 çeteyên girêdayî koma Ehrar el-Şam danîn û piştî kontrola belge û nasnameyên her du çeteyan, ew kuştin. Ev her du çete, gelek kiryarên dermirovane û terorane li Efrîne kirine û tevlî dagirkeriya dewleta Tirk bûne.
Navê her du çeteyên ku hatine kuştin wiha ye: Menar Mustefa û Ezîz Ezîz”