Artêşa Tirk û çeteyên wê li Mabetayê darên zeytûnan dibirin
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Mabetayê ya Efrînê darên zeytûnan dibire.
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Mabetayê ya Efrînê darên zeytûnan dibire.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Adara 2018’an û vir ve Efrîn dagir kirine û dijminatiya mirovayetî, xweza û dîrokê dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê darên zeytûnan dibirin û xwezayê qir dikin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, li Mabetayê darên zeytûnan ên gel hatine birîn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 26’ê Tîrmehê de li gundê Ûga yê Bilbilê jî xweza qir kiribûn.