Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HRE: Li Bab û Mareyê 11 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan li herêma Bab û Mareyê rêzeçalak lidar xisitne. HRE’yê got di çalakiyan de 11 çete hatine kuştin û gelek çek ketine destê şervanên wan.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li herêma Bab û Mareyê daxuyaniyek nivîskî weşnad.

HRE’yê got; “Roja 4’ê Tebaxê li gundê Ebla yê dikeve başûrê bajarê Mareyê li dijî baregeh û çeperên girêdayî çeteyên Ehrar el-Şam û Siqûr el-Şam hêzen me çalakiyekî lidar xistin. Şervanên me ketin çeperên çeteyan û di encama şerê dijwar de 8 çete hatin kuştin û herî kêm 4 çete jî birîndar bûn. Herwiha hêzên me dest danîn li ser hejmarek çek, cebilxane, belge û nasnameyên çeteyan.

Cebilxaneya ku hatiye bi dest xistin wiha ye; 4 çekên AK-47, 4 çekên BKC, 1 çeka B7, 1 dûrbîna şevê, 2 rext, 8 jerjor, 2 qutiyên fîşekên BKC, 2 zincirên BKC, 4 roketên B7, 1 çenteyê B7, 2 çenteyê piştê, hejmarek ji belge û nasnameyên çeteyan.

Her wiha navê hejmarek ji kuştiyên çeteyan navê wan wihayê;

Hemûd El Ehmed, Beşar Berxûd, Basil Elwan, Ehmed Şehade, Cuma Bexîm, Mehmûd El Xelî

Roja 4’ê Tebaxê  gundê Hizwan yê girêdayî herêma Babê li hember çeteyên Firqet el-Hemza yekîneyên me çalakiyekî li dar xistin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.”