Bi mamosteyên Efrînî re perwerdehiyên havînî..

Mamosteyên Efrînî ku ji bêgavî koç kirine, piştî betlaneya dibistanê, di dewr Ş. Mamoste Egîd de, ya Akademiya Ş. Polat Efrîn, perwerdehiya branş, îdeolojîk û kesayatiyê dibînin.

Piştî dagirkeriya  Tirk a 16'ê Adara 2018'an bi sed hezaran Efrînî ji bêgavî xaka  Efrînî berdan û koçî herêma Şehba û Şêrawa kirin.  Dewleta Tirk û nokerên wan hêvî dikirin ku gelê Efrînê ji hev tert û belav bike. Lê ev daxwaza wan bi cih nehat.

Li gel şertên zor ên koçê jî gelê Efrînê rêxistniya xwe parast û li hêlekê berxwedaniya xwe domand, li hêla din, ji bo xwe derfetan çêdike. Gelê Efrînê li Şehbayê jiyana xwe bi rengekî komunal dihone. Mamosteyên Efrînî li gel hemû derfetên zor jî, ji bo ku zarokên Efrînî bê perwerdehî nemînin, xebatên xwe yên perwerdehiyê didomînin.

PERWERDEHIYÊ LI KONAN DEST PÊ KIR

Mamosteyên ku di bin banê rêxistina sereke ya demokratîk KPC'ê de rêxistinî bûne, ji koça pêşî û heta niha zarokên Efrînî bê perwerdehî nehiştine.

Sala pêşî ya perwerdehiyê di konan de perwerdehiyê dest pê kir. Sala duyan jî beşek li konan û beşek ji li dibistanên ku ji ber şer kavil bûne. Piştî ku dibistan ketin betlaneyê, mamosteyên Efrînî xwe vala nehiştin û vê carê xwe perwerde dikin.

'KÊMASIYÊN XWE YÊN BRANŞE, ÎDEOLOJÎ Û ZIMÊN TEMAM DIKIN'

Mamosteyên KPC'ê li Akademiy Ş. Polat Efrîn, li Dewreya Pêşîn a Ş. Mamoste Egîd perwerdehiyê dibînin.

Zahîde Mehme ku di rêveberiya dewreya perwerdehiyê de cih digire ji ANF'ê re axivî.

Mehma wiha got:

''Ev dewre wê mehekê bidome. Pêşî armanca mamosteyan ew e ku di vê perwerdehiyê de kêmasiyên branşa xwe û pirsgirêkên di kesayatiya xwe de çareser bikin. Mamoste bi vî rengî hêlên xwe yên îdeolojîk wê qeyîm bikin û her wiha kêmasiyên xwe yên Kurdî û gramerê temam bikin.

Sibehan em bi sporê dest pê dikin. Saet 08.00'an perwerdehî dest pê dike, heta saet 16.00'an. Helbet di navbeyna saetan de bêhndanên kurt û dirêj hene. Êvarî jî mamoste li sînevîsyon, belgefîlman dinerin. Armanca me ya sereke li vir ew e ku mamoste ji her alî ve xwe perwerde bikin. Her wiha piştî ku me koç kir, mamosteyên me ne tenê li dibistanan peywira xwe kirin. Hin mamoste di nav komuan de cih gritin, hin jê di nav komisyonên perwerdehiyê de û hin jê di komîteyên cuda ne. Ji ber vê jî mamoste ji alîyekî ve pêşengên civakê ne û ji her alî ve divê xwe perwerde bikin. Di vê akademiyê de bi vê çarçoweyê em perwerdehiyê dibînin.'