Festîvala Jinan a Zîlan, ku îsal cara 19’emîn tê lidarxistin, li bajarê Leverkusen ê Elmanya bi dirûşmeya "Bi Jin, Jiyan, Azadî Destkeftiyên Jinê Biparêz e" dest pê kir. Festîval ji bo jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate diyarkirin.
Çalakiya ku gelek jinên ji Holanda, Elmanya û Belçîkayê beşdar bûn, bi sembolên çandî yên Kurd, pankartên TJK-E, wêneyên jinên ku jiyana xwe ji dest dane û Rêber Apo hate xemilandin. Li qada festîvalê pankarta li ser ‘Azadiya Rêber Apo, Azadiya Gelê Kurd e’ nivîsî hate vekirin.
Standên ku hunerên destan ên jinan, xwarinên Kurdan û pirtûkên wan hebûn hatin vekirin. Festîval bi deqeyek rêzgirtin û piştre bi dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" dest pê kir.
‘EM Ê ŞOPDARÊ RÊBER APO BIN’
Piştre li ser navê TJK-E’yê Kezban Dogan axivî û felsefeya azadiya jinan a Rêber Apo silav kir û diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin.
Di festîvalê de dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û “Jin Jiyan Azadî” gelek caran hatin berzkirin.
Serokê Şaredariya Leverkusen Uwe Richart û alîkarên wî Zohre Demîrcî, Naima Azemmat û Fatma Kesikol jî axaftin kirin.
Festîval bi coşeke mezin berdewam dike.