Komxebata Eşîrên li Herêma Cizîrê: Em ji aştîyê re jî û ji berxwedanê re amade ne!

Di Komxebata Eşîr û Qebîleyên li Herêma Cizîrê de hate diyarkirin ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk. Di komxebatê de hate gotin ku “Em alîgirên aştîyê ne lê heke êrîş pêk werin em ê li ber xwe bidin.”

Bi serkêşiya Desteya Rûspiyan, beriya niha bi çend kêliyan Komxebata Diyalogê ya Eşîr û Qebîleyên Herêma Cizîrê bi dirûşma “Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê re, erê ji Sûriyeke ewle re” li hola civînan a Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

Ji saet 9`ê sibehê ve şandeyên serokeşîr û rûspiyên êl û eşîrên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Ermen berê xwe didin Hola Zana. Di holê de pankartên “Em bi berxwedana xwe li dijî hemû gefan bi israr in, ji ber ku em aştîxwaz in, em bi QSD’ê re ne” hatine daliqandin. Her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, saziyên civaka sivîl, siyasetmedar û rewşenbîr, oldar û rûspiyên eşîrên Iraqê jî tev li komxebatê bûne.

Hate diyarkirin ku ev eşîr û qebîleyên tev li komxebatê bûne; Cebûr, Zibêt, Teyî, Şeraba, Cewala, Igêdat, Edwan û Begara.

Piştî ku komxebatê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir û bixêrhatina hemû eşîr, qebîle û kesayetên hazir hate kirin, endamê Meclisa Serokatiya Desteya Rûspiyan Himber Hesen axivî. Hesen spasiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji ber derfet daye desteyê da ku komxebateke bi vî rengî li dar bixe û behsa fedakariyên YPG, YPJ û QSD’ê kir ku ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê kirine.

Himber Hesen got: “Em ewladên vê axê ne û ji mafê me ye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Em îro li vir in ji bo em ji cîhanê tevahî re bibêjin ku em destûrê nadin tu aliyan ku ewlehî û destkeftiyên me têk bibe û di serî de Tirkiye. Ger ew bixwazin em aştîxwaz in û ger hewl dan êrîşî axa me bikin, em berxwedêr in.”

Komxebat bi nîqaşa rewşa siyasî li Rojhilata Navîn û nexasim Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Tê payîn ku komxebat bi dayîna daxuyaniyekê bi dawî bibe.