HRE: Li Mare 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li bajarê Mareyê de 3 çete hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê didomin.

HRE’yê got; “Hêzên me çalakiyên xwe ên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.

Roja 15’ê Tebaxê hêzên me li derdora bajarê Mareyê çalakî li dar xistin û bi çekên sivik û navîn ji mesafeyeke nêz ve li çeteyan dan. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”