Zext û êrîş li pêşiya perwerdeya li Şêrawayê nabin asteng

Li gel êrîşên dewleta Tirk û zextên rejîma Sûriyeyê KPC-Demokratîk ji bo zarokên li Şêrawayê bêperwerde nemînin, li xaniyên ku peyda dike zarokên li herêmê perwerde dike.

Piştî ku Efrîn hate dagirkirin yek ji deverên ku bi sed hezaran Efrîniyan koçî wan kir navçeya Şêrawa ye. Beşek ji navçeya Şêrawayê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Li beşa din jî tevî Şêrawayiyan bi sed hezaran Efrînî hene. Beşek ji penaberan li avahiyên dibistanan, beşek jî li xaniyên şêniyên Şêrawayê dimînin. Beşek jî li kampa Vegerê ya li gundê Ziyaretê ne. Êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan her didomin. Ev yek bi taybetî bandorê li xwendekarên li gundan dike. Ji aliyekî ve dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî dibistanên li navçeyê dikin, li aliyê din jî rejîma Sûriyeyê zextê li wan dike. Endama Rêveberiya Navçeya Şêrawayê ya KPC-Demokratîk Zeyneb Gûbarî der barê rewşa dibistanên li navçeya Şêrawayê ji ANF'ê re axivî.

HEWL DIDIN KU GUNDAN BIDIN VALAKIRIN

Gûbarî anî ziman ku beriya şer li Şêrawayê sîstemeke perwerdeyê hebû, piştî ku penaberên Efrînî hatin herêmê ew neçar man hin guhertinan bikin û got, "Bi êrîşan dixwazin gelê li vê derê bitirsînin û bikin ku navçe bê valakirin. Tevî êrîş ûgefan jî em sîstema xwe xurtir dikin û karê xwe bi hêz didomînin. Par me xwendekarên xwe yên li hemû gundan li hev kom kirin û dibistanên xwe vekirin. Piştî ku penaber li avahiyên fermî bi cih bûn me nexwest ku wan derxînin. Ji ber vê yekê me ji xwe re alternatîfên cuda peyda kirin. Me xanî peyda kirin, li her gundekî me xaniyek, du xanî kirin dibistan. Me li van xaniyan dest bi perwerdeya xwe kirin. Bi vî rengî heta astekê me pirsgirêkên xwe çareser kirin.

DEWREYÊN PERWERDEYÊ YÊN DI DEMA BETLANEYÊ DE

Bi destpêkirina betlaneya havînê re me ji bo sala bê kar kir. Me hem ji bo mamosteyên xwe hem jî ji bo xwendekarên xwe dewreyên dest bi dewreyên perwerdeyê kirin. Me dest bi perwerdeya bi Kurdî, Erebî û Îngilizî kirin. Bi vê perwerdeyê armanca me ew bû ku zarok hem ji perwerdeyê qut nebin hem jî ya girîng; şer bandorê li psîkolojiya zarokan neke. Ji bo mamosteyan jî perwerdeyên me der barê branş û materyalan de bû.

XWENDEKAR Û MAMOSTEYÊN EREB

Niha li navçeyê 157 mamosteyên me hene. Ji wan 14 mamosteyên Ereb in, ji ber ku li dibistanên me xwendekarên Ereb jî hene. Li kampên Dircemîl, Ziyaret û Şehbayê ji bo xwendekarên me yên Ereb polên me hene. Li gel me 116 xwendekarên Ereb hene. Me polên Erebî ava kir û ew jî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin.

LI HERÊMÊ 11 DIBISTANÊN SERETAYÎ 3 DIBISTANÊN NAVÎN Û 2 DIBISTANÊN LÎSEYÊ HEYE

Li navçeyê 11 dibistanên seretayî hene. Li van dibistanan hezar û 450 xwendekar perwerdeya xwe dibînin. Her wiha 3 dibistanên navîn hene û li wan dibistanan jî 200 xwendekar hene. Wekî din du dibistanên lîseyê hene û li wan dibistanan jî 70 xwendekarên xwe hene. Li dibistana navîn polek ji bo xwendekarên me yên Ereb heye. Li dibistanên me perwerde bi zimanên Erebî, Kurdî û Îngilizî ne."

ZEXTÊN REJÎMA SÛRIYEYÊ

Gûbarî bal kişand ser zext û nêzîkatiyên neyînî yên rejîma Sûriyeyê û got, "Dewletê li dibistanên xwe Kurdî qedexe kiriye. Lê belê li dibistanên me tiştekî bi vî rengî nîne. Her kes dikare bi zimanê xwe bê perwerdekirin. Di nava sîstema perwerdeyê de ku me di çarçoveykee demokratîk de ava kirine, xwendekarên Ereb bi Erebî, xwendekarên Kurd jî bi Kurdî perwerde dibin.

NE XEMA DEWLETÊ YE

Par me li avahiyên fermî perwerdeya xwe dimeşand. Dewletê xwest dest deyne ser van dibistanan. Ji xwe li van avahiyan penaber hene. Hewl dide wan ji wan deveran derxîne. Penaberên li dibistana li gundê Bênê diman ji aliyê dewletê ve hatin derxistin. Rejîma Sûriyeyê timî pirsgirêkan diafirîne. Hewl dide perwerdeya me asteng bike. Ya rast yekane derdê dewletê ew e ku bibe xwedî avahiyan. Li wan avahiyan xwendekar dixwîne ya jî naxwîne, li wan avahiyan xwendekar hene yan jî nîne ne girîng e. Li van gundan bi sedan malbat hene. Ji bo rejîma Sûriyeyê zimanê wan mirovan ne girîng e."

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK

Gûbarî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan û anî ziman, ku di êrîşên hawanan de dibistanan dikin hedef. Gûbarî diyar kir ku beriya çend rojan piraniya hawanên dewleta Tirk li derdora dibistanan ketin, vê yekê bandoreke neyînî li zarokan kir û got, "Zarok gelekî tirsiyan. Ji ber vê rewşê zarok çend rojan nekarî bên dibistanan. Me bi malbatên wan re nîqaş kirin û bi vî rengî kirin ku zarok li dibistanan vegerin. Li gundê Sixuneke timî êrîş tên kirin. Ji ber ewlekariyê em neçar man ku xwendekarên li wê deverê li dibistanên din bi cih bikin."

ASTENGKIRINA ÇÛN Û HATINA ÇAR GUNDAN

Gûbarî anî ziman ku li gundên Bircqasê, Kilotê, Gundê Mezin û Başemre yên Şêrawayê ku dorpêçkirî ne, gelek xwendekar û dibistan hene, lê belê mamoste têrê nakin û got, "Ji ber vê yekê em ji vê deverê mamosteyan dişînin, lê belê di çûn û hatinê de pirsgirêk hene. Par ji ber ku rê bi temamî hatibû girtin xwendekar bi rojan bê mamsote man. Ji ber ku yekane rêya li wê deverê ji Nubil-Zehra derbas dibe. Ew rê jî timî ji aliyê dewletê ve tê astengkirin."