Xelkê Dêra Zorê ji bo vegera gundên xwe daketin qadan

Xelkê Dêra Zorê yên ku daxwaz kirin ku rejîma Sûriye ji gundên wan derkevin, dîsa daketin qadan.

Li bajarokê Salihiye ya dikeve rojhilatê Dêra zorê gelek kess bi di bin navê ‘Înêya Şehîdên Salihiyê’ li dijî rejîma Sûriyeyê xwepêşandanek kirin.

Di xwepêşandanê de daxwaz kirin ku vegerin ser gundên xwe û hêzên rejîmê ji gundên wan derbikevin.

Di protestoyê de welatiyan pankart û dirûşmên ‘Bimire siyasetên navdewletî yên li ser hesabê mafên me yên rewa’ û ‘ Ji terorê re na’ qîrkirin.

Kesên tevlî xwepêşandanê bûne, ragihandin ku hêzên rejîma Sûriye ew ji gundên wan derxistine, dest danîne ser malên wan û demografiya herêmê diguherin.

Xelkê bajarokê Salihiyê ya Dêra Zorê Îna borî jî daketibûna qadan û daxwaz kiribûn ku rejîm ji gundên wan bên derxistin.