Li Dêra Zorê hucreya DAÎŞ'ê hate têkbirin

Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Dêra Zorê hucreyeke DAÎŞ'ê têk birin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek der barê hemleyên paqijiyê yên Ii dijî şaneyên veşartî li herêmên Dêrazorê belav kir û tê de ev agahî belav kirin:

"Yekîneyên Antîteror (YAT) ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), roja çarşemê (25.09.2019) di hemleya paqijiyê li bajarokê El-Sûr ê girêdayî bajarê Dêrazorê, şaneyeke girêdayî DAIŞ`ê ku ji 6 çeteyan pêk tê, girt.

Çalakî li ser bingeha agahiyên ku piştrast dikin ku şane û çeteyên veşartî li bajarok hene, pêk hat.

Di çalakiyên êrîş û paqijiyê de, yekîneyan gelek çek û cebilxaneya leşkerî û cilên taybet desteser kirin:

Çekeke kalaşnîkov tevî cebilxaneyê
Çekeke suîqastê
2 bombeyên êrîşê
2 bombeyên parastinê
Bêtêlek
3 cube
Damançeyek
2 cilên taybet ên DAIŞ`ê

Hêjayî gotinê ye ku piştî telefonên wan hatin lêkolînkirin, hate xuyakirin ku têkiliya wan bi gelek şaneyên din ên girêdayî DAIŞ`ê re heye.

Dê şane ji aliyên peywendîdar re bên şandin da ku tedbîrên pêwîst der heqê wan de bên girtin.”