Li Efrînê 3 sivîlên din hatin revandin, 2 jê birîndar bûn
Li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagikirin sê sivîl hatin revandin, li Şerayê di şer de 2 sivîl birîndar bûn.
Li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagikirin sê sivîl hatin revandin, li Şerayê di şer de 2 sivîl birîndar bûn.
Binpêkirin û kiryarên dermirovî li Efrînê didomin. Çavkaniyekî ji herêmê diyar kirin ku çeteyên Sulatan Murad duh welatiyê bi navê Umer Fûad Cindiyan ê ji şêniyên gundê Dêrsewan ê navçeya Şera, her wiha 2 welatiyên êzidî Saîd Xerîb (57) û hevjîna wî Xaiya Hesen (51) ên ji gundê Çiqila Comê, revandin.
Çavkanî destnîşan kir ku çarenûsa her sê welatiyan ne diyar e.
Çavkaniyekî din got çeteyên dewleta Tirk agir bi darên zeytûnan li gundê Alçiya yê girêdayî navçeya Şerayê xist û di encma wê de bi dehan dar şewitîn.
Li gorî çavkaniyan şevê din di navbera çeteyên bi navê Ebû Nûr Hecî û Feyleq El-Mejid ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de li gundê Meydankê şer derket.
Di encama wî şerî de 3 çete ji koma Ebû Nûr hatin kuştin, her wiha ji her du aliyan 7 çete û 2 jinên sivîl birîndar bûn.
BI DEHAN DARÊN ZEYTÛNAN HATIN ŞEWITANDIN
Li gel êrîşên li ser sivîlan her wiha êrîşên li ser sirûştê jî didomin. Diyar bû komên çete yên bi ser Enqerê ve li gundê Alçiya bi dehan darên zeytûnan şewitandine. Her hate gotin çeteyan ji bo şewatê daran dibirin.
DI 29 ROJAN DE BI KÊMANÎ 123 KES HATIN REVANDIN
Li gorî bîlançoya ku ANF'ê ji kanên xwecih ber bi hev re anî ji Îlonê û vir ve 123 kes hatin revandin û tê texmîn ew e ku kesên ku hatine revandin zêdtir in.
Êrîşên li ser sivîlan zêdetir bûn. Hema hema her roj hin mirov têne revandin.