Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve darên Efrînê dibirin

Artêşa Tirk û çeteyên wê ev nêzî 15 roj in li Çiyayê Kor Xelo yê gundê Xezyana ya Mebatayê daran dibirin û difiroşin.

Li gel pêkanîn û êrîşên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê qetilkirina xwezayê jî bê navber dewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyên xwecihî, çeteyên Tûgaya Ehfad Resûl a 112’an a bi serkêşiya serçeteyê bi navê Ebû Hesen li Çiyayê Kor Xelo ya gundê Xezyana ya girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê birîne.

Çavkaniyan anî ziman ku çete jîngehên sivîl lê ne dane ber guleyan, dîsa darên dirbirin çete wê ji bo şewatê bifiroşin.

Çeteyên dewleta Tirk berî 2 rojan li gundê Metîna ya navçeya Şerayê jî 200 darên zeytûnê şewitandibû.