Bi hezaran kes ber bi baregeha koalîsyonê ya li Kobanê meşiyan
Bi hezaran mirovên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê li hev kom bûn û ber bi baregeha koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê meşiyan.
Bi hezaran mirovên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê li hev kom bûn û ber bi baregeha koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê meşiyan.
Bi hezaran mirov li gundê Xirab Eşkê li hev kom bûn û xwestin, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tevlî komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê bên kirin.
Di meşê de dirûşmên "Destûra bingehîn a ku em di nav de nîne me eleqedar nake" hatin qîrîn.
Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen û mirovên ji gelên din ên li herêmê tevlî meşê bûn.
Tê payin ku di çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê û rûspiyên herêmê biaxivin û bi rayedarên li baregeha koalîsyona navneteweyî re hevdîtinê bikin.