Li warê genim festîvala nan û genim

Li du bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'festîvala nan û genim' pêk tê. Festîvala destpêkê li bajarê Tirbespiyê pêk hat. Di festîvalê de endamên jinên kooperatîfê, çanda çandiniyê ya jinan nîşan dan.

'Festîvala Nan û Genim' ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tiştekî nû ye, doh li qada "Bexçeyê Demsal" ê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê pêk hat.

Di festîvalê de berhemên kooperatîfên çandiniyê yên jinan ên Tirbespiyê bi dirûşma "Zevî biçîne û zindî bike" hatin nîşandan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aborî xwe bi giranî dispêre çandiniyê. Di dema rejîma Sûriyeyê de temamiya berhemên çandiniyê diviyabû ji dewletê re bihatin firotin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re zevî bi rengê kooperatîfan ji aliyê komunan ve hatin çandin û berhemên hatin afirandin jî hatin parvekirin. Bi vê sîstemê re jinan ji nû ve li qada aboriyê xwe nîşan dan.

Yek ji mijara ku di festîvalê de herî zêde hate destnîşankirin, ew bû ku çandinî û aborî ji bo jinan tu aktîvîteyên bingehîn in û jin kêfxweş in ku bi rengekî azad vê yekê pêk tînin. Jinan ragihandin, ew kêfxweş in ku bi festîvaleke bi vî rengî berhemên xwe nîşan bidin û çanda neolîtîk zindî bikin.

BI SÎTILAN GENIM BELAV KIRIN

Di Festîvala Nan û Genim de ya doh, jinan li sîtilên mezin genim kelandin û li mêvanan belav kirin. Jin û dayikên ku di nava kooperatîfên jinan û rêxistinên aboriyê de ne berhemên xwe bi kêfxweşî pêşkêş kirin.

'ABORÎ KAREKÎ PÎROZ E'

 Endama Kooperatîfê û Komîteya Aboriyê ya Jinan a Tirbespiyê Menîfa Seyîd li qada festîvalê mehîrê belav dike. Menîfa Seyîd dibêje "Ev mehîra dayikan e" û diyar dike, "Karê kooperatîfê gelekî xweş e. Karê aboriyê karekî pîroz e." Menîfa Seyîd diyar dike ku jin di karê çandiniyê de afirîner e û destnîşan dike, "Berê jin û xak bi hev ve girêdayî bûn û yek bûn. Em dixwazin niha jî bi heman rengî be."

Endama Kongreya Star a Tirbespiyê Halîme Alî jî li festîvalê genim dikelîne. Dibêje ku ew kêfxweş e li festîvalê vî karî bike û belav bike.

BERHEM TÊN PÊŞKÊŞKIRIN

Li qada festîvalê standek jî hatiye danîn û zebze, genim, qûrabiye, nan, rîçal, dims û hwd. tên nîşandan.

Li festîvalê her wiha sê jin jî nan lê dixe û li mêvanan belav dikin.

'EM XWE JI SERDEMA NÛ YA ÇANDINIYÊ RE AMADE DIKIN'

Li qada festîvalê em bi endama Rêveberiya Komîteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kongreya Star Hûriya Şemdîn diaxivin. Hûriya Şemdîn diyar dike ku festîval ji bo Bakurê Sûriyeyê tiştekî nû ye û xwestine festîvaleke wiha li Minbic û Kobanê jî pêk bînin, lê belê ji ber şert û mercan nekarîne pêk bînin.

Hûriya Şemdîn anî ziman ku bi festîvalê ew dixwazin afirîneriya jinê careke din nîşan bidin û got, "Li aliyê din me serdemeke çandiniyê li pey xwe hiştin û berhemên xwe nîşan dan. Ya rast ji bo gelê me jî moraleke ku em hewl didin çandiniya xwe biparêzin. Em jin bi coşeke mezin xwe ji serdema nû ya çandiniyê re amade dikin."

'HERÎ ZÊDE KOOPERATÎFA ÇANDINIYÊ HEYE'

Hûriya Şemdîn der barê kooperatîfên jinan ên li bin sîwana Kongreya Star got, "Li Bakurê Sûriyeyê zêdeyî 100 kooperatîfên kongreya star hene. Li 80 koorperatîfên çandiniyê 1300 jin debara xwe dikin. Li herêma Cizîrê 30 kooperatîf hene û 400 jin lê dixebitin. Di dema bê de emê hewl bidin vî karê xwe xurtir bikin."

'WELATÊ NAN Û GENIM'

Di dawiya festîvalê de ji bo mêvan û beşdaran muzîk û govend hate amadekirin. Koma Muzîkê ya Şehîd Îlînya ya li Rimêlanê, Koma Govendê ya Şehîd Warşîn a Navenda Çand û Hunerê ya Hêzîl a Tirbespiyê, Hunermend Baran û Koma Botan derketin ser dikê.

Hunermend Baran beriya bistirê axivî û der barê armanca festîvalê got, "Genimê reş destpêkê li Erxenî û Wêranşarê hate dîtin. Genimê spî li Til Xelefê hate dîtin û navdar bû. Lê belê Kurdistan her tim bû qada şer, êrîşê û dagirkeriyê. Ji ber vê yekê gelek dibêjin genimê  'Misrê', 'Şamê' hwd. Lê belê kes nabêje 'Genimê Kurdistanê'. Lê belê Rêber Apo ji bo Kurdistanê dibêje 'welatê nan û genim'. Em niha li vê deverê afirînerên nan û genim dibînin."

'Festîvala Nan û Genim' wê 30'ê Îlonê li bajarê Serêkaniyê pêk were. Tê payin ku hîn bi xurtî pêk were.