Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê hatin bîranîn

Şervanên YPJ'ê Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê di salvegera 5'an a şehadeta wan de bi bîr anîn.

Hêzên YPJ'ê yên Herêma Firatê, Arîn Kobanê û Rêvana Kobanê yên di Berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî kirin bi merasîmeke bi heybet bi bîr anîn.

Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Dîcle ya kantona Kobanê ya herêma Firatê li dar ket. Di merasîmê de ji fermandarên YPJ`ê Kurdistan Serêkaniyê wiha axivî: "Berxwedana Kobanê em fêrî rihê fedakariyê û dana her tiştê giranbiha ji bo bidestxistina azadiyê kirin. Bi çalakiya fedayî ya şehîd Arîn û Rêvana pira ber bi bidesxistina azadiyê ve hat danîn."

Kurdistan Serêkaniyê di axaftina xwe de tekez kir ku Avesta Xabûr ku li dijî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê çalakiya fedayî pêk anî, şervana her du şehîdan bû û destnîşan kir ku di berxwedana Kobanê de jinan hêz û sekna xwe li hember hemû cureyên koletî û zilmê derxist holê û bûn sembola têkoşîn, fedakarî, berxwedan û îradeya azad.

Kurdistan Serêkaniyê di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: "Dîroka gelê Kurd tijî çalakiyên fedayî ye. Mîna têkoşer Besê li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, Avesta Xabûr ku serî ji dagirkeriya Tirk re netewand û bi canê xwe li dijî dagirkeran çalakiya fedayî pêk anî, Zozan, Rêvana û Arîn ku qebûl nekirin ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajarê Kobanê bibin û bi canê xwe li hember tankên çeteyên DAIŞ`ê sekinîn. Kesên wisa nûnertiya felsefeya jiyana azad dikin."

Fermandara YPJ`ê Kurdistan Serêkaniyê di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina ewlehiya welat heta dawiyê da.

Paşê şervanên YPJ`ê berê xwe da cihê ku Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê çalakiya fedayî li dijî çeteyên DAIŞ`ê li pêk aniye ya li girê Meştenûrê yê Kobanê.