Di sala 2019’an de li Sûriyeyê 173 kes ji ber teqemeniyan mirin

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li Sûriyeyê di sala 2019’an de 41 jê zarok herî kêm 173 kes ji ber mayîn û teqemeniyên şer mirine.

Mala Çavdêriyê daxuyanî da û got ku “Ji serê sala 2019’an heta niha  41 jê zarok herî kêm 173 kes ji ber mayîn û teqemeniyên şer mirine.

Hate diyarkirin ku 40 kes dema li kuvarkan geriyane, teqemenî bi wan teqiyaye.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 10,2 milyon kes di bin gefa teqemeniyan de ne.

Berdevkekî Neteweyên Yekbûyî di Tebaxê de li Şamê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ji ber teqemeniyan kes nikarin vegerin malên xwe û li ser axa xwe bijîn.