Şagirtên Aram Tîgran li Kobanê perwerdeya muzîkê didin

Nûrşîn û Perwîn ên ji Kobanê ku xwişkên hev in, perwerdeya ku li Amedê li Konserwatûara Aram Tîgran li ser amûrên muzîkê yên rojhilat û rojava dîtin, niha li Kobanê didin zarokan.

Kalkê Nûrşîn û Perwîn ji ber ku nebû hevparê qirkirina Ermenan a sala 1915'an, koçber bû. Binxetê (Rojavayê Kurdistanê) ji bo xwe weke devereke ewle dît û berê xwe da wê deverê. Lê belê piştî sed salî dema ku qirkirin li neviyên wî Nûrşîn û Perwîn û li xelkê herêmê hate ferzkirin, koçberî vê carê berevajî bû, yanî mirovan ji Kobanê berê xwe dan Wanê.

Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê yên ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk di sala 2014'an de êrîşî Kobanê kirin, malbatên Nûrşîn û Perwîn koçî Wanê kirin ku pêşiyên wan ji wir koç kiribûn. Nûrşîn û Perwîn ku hîn zarok in, demekê li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) a li Wanê perwerde dîtin. Ji bo perwerdeyeke baştir bibînin çûn Amedê.

Nûrşîn Salih

Li Konserwatûara Aram Tîgran a li Amedê, Nûrşîn perwerdeya kemanê, Perwîn jî perwerdeya sentûrê dibînin. Piştî ku qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate tayînkirin û Konserwatûara Aram Tîgran hate girtin, mamosteyên dibistanê devereke nû vekirin û Nûrşîn û Perwîn jî perwerdeya xwe li devera nû didomînin.

Nûrşîn û Perwîn beriya mehekê vegeriyan Kobanê û li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest bi dayina perwerdeya muzîkê kirin. Nûrşîn û Perwîn ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe ya muzîkê û projeyên xwe kirin. Destnîşan kirin ku ew ji bo şoreşa çandî dixebitin.

Nûrşîn Salih bi bîr xist ku kalkê wê ji bo nebe hevparê qirkirina Ermenan ji Wanê koç kir û piştî sed salî wan jî ji heman rêyê koçî Wanê kirin.

Perwîn Salih

Nûrşîn anî ziman ku piştî destpêkirina şoreşê wan li Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dest bi muzîkê kir, lê belê derfet kêm bûn û got, "Piştî ku me koç kir, li NÇM a Wanê min salekê perwerde dît. Piştre hîn bûm ku li Amedê derfet zêdetir in û vê carê li Amedê min perwerde dît. Bi rastî jî derfetên xwe baş bûn. Mamosteyên me yên ji çar parçeyên Kurdistanê hebûn. Lê belê navenda me piştî demekê hate girtin. Şagirt û mamosteyên Konserwatûara Aram Tîgran; me li gorî derfetên xwe karê xwe dom kirin."

Nûrşîn a ku perwerdeya keman û setarê wergirt, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dersên kemanê dide. Nûrşîn got, "Em dixwazin tişta hîn bûne hînî zarokên Kobanê bikin."

Perwîn Salih got, "Xuya ye koka me li wir e, lewma dema me destpêkê koçî Wanê kir me xerîbî nekişand" û anî ziman ku bi teşwîqa xwişka wê ya mezin wê dest bi muzîkê kir.

Perwîn ku li Konserwatûara Aram Tîgran dest bi perwerdeya sentûrê kir ku amûreke muzîka rojhilat e, niha sentûrwana destpêkê ya Rojava ye. Diyar kir, "Dema ku min nû dest bi perwerdeyê kir, mamosteyên me amûr bi me dan naskirin. Dema ku min sentûr dît bi xweşiya min ve çû û min rahişt wê amûrê. Min li Amedê perwerdeyeke xweş dît. Niha dixwazim li vê derê nîşanî zarokên Kobanê hemûyan bidim. Ji ber ku niha pirsgirêka me ya amûran heye me bi teoriyê dest bi perwerdeyê kir. Di demên bê de dema ku amûr hatin peydakirin wê perwerdeya me xweştir be."

Nûrşîn û Perwîn ku stranên ji çar parçeyên Kurdistanê lê didin, di heman demê de dixwazin muzîka rojhilat û rojava bixin nava ahengiyekê û bi hev re lê bidin.