Endamekî hucreyê ya MÎT’ê li Minbicê hate kuştin

Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, endamekî hucreya girêdayî îstixbarata Tirk a hewl dida êrîş bike, kuşt.

Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, endamekî hucreya girêdayî îstixbarata Tirk MÎT’ê ya hewl dida li bajar êrîş bike, kuşt.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ev agahî da:

"Dema Yekîneya Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê dewriyên xwe di nav bajêr de dimeşand, bi kesek ku motorsîklêtek dajot bi guman bû. Li ser wê yekîneyê tevahiya tevgerên wî kesî şopand û agahiyên li ser kom kirin. Piştî ku yekîneyê ji niyeta wî di pêkanîna êrîşek terorîst de tekez bû, yekîneyê hewl da wî bigire û jê xwest xwe radestî hêzê bike. Lê ew kes guh neda yekîneyê û hewl da bi motorsîkletê bireve. Dewriya yekîneyê li pey wî li ser rêya Minbic-Ewn El-Dadat çû û di dawiyê de dema direvî kuşt.

Di lêgerînê de diyar bû ku miqdarên ji madeyên teqemenî û alavên teqandinê pê re hebûn.

Di encama lêpirsînê de girêdayî nasname û têkiliyên wî, diyar bû ku ew endamekî şaneyên ku istisxbarata Tirkiyê li Minbicê bi kar aniye û madeyên teqemeniyê jê re pêşkêş kiriye."