Bi dijwarî Til Rifatê tê bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên şevê de êrîşên li dijî navçeya Til Rifat dabû destpêkirin, di dijwarî didome.

Artêşa Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve êrîşa li dijî navçeya Til Rifat a Şehbayê dabû destpêkirin, bi dijwarî didomîne. Nûçegihanên me yê ji herêmê ragihand ku gundê Şêx Hîlal ê dikeve navbera navçeya Til Rifat û Kefernaya bi dijîwarî tê hedfkirin, gelek top li nava gund ketine.

Êrîşên li herêmê didome.

Hêzên dagirker di saetên nîvroyê de jî êrîşî gundên Şêrewa ya Efrînê jî kiribûn.