Kesên ku êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek jê serkirde 3 çekdarên girêdayî hêzên hikumeta Şamê ku êrîşî hêzên ewlehiyê kiribûn, girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên HATˋê li kantona Dêrazorê operasyoneke pêk anîne û di encamê de serkirde û 2 çekdarên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê hatine girtin.

Navendê der barê hûrgiliyên operasyonê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hêzên (HAT) bi hevkariya Dezgeha Ewlekariya Giştî duh li bakurê Dêrazorê operasyoneke taybet pêk anî. Di encamê de, serkirdeyê bi navê Ebû Mişel El Bûkêrî û 2 endamên komên çekdar ên bi piştgirî û fînansekirina rejîma Sûriyeyê girtin.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku çekdarên hatine girtin, li dijî hêzên ewlehiyê êrîş pêk anîne, her wiha alozî derxistine û çek li dijî herêmê bi kar anîne. Çekdarên hatine girtin, di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de ber bi herêmên di bin kontrola rejîmê de reviyabûn, dûre ji bo pêkanîna êrîşên çekdarî ku gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwin, derbasî herêmê bûn.

Hêzên me yên ewlehiyê diyar kir ku dema wan bi awayekî nepenî serdana malbatên xwe dikirin, di operasyonekê de hatin girtin. Niha lêpirsînên destpêkê bi wan re tên kirin, da ku wan piştre rakin dadgehê ku ceza li wan were birîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li herêmê di hefteya borî de 2 teqîn pêk hatin. Ya yekemîn wesayîtek sivîl û ya duyemîn jî wesayîtek leşkerî bû. Di encama wan her du teqînan de şehîd û birîndar çêbûn."