Dagirkeran êrîşî Helisa kir: Kesek şehîd bû û 3 zarok birîndar bûn
Hêzên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Helisa yê Efrîn-Şehbayê barand. Di bombebaranê de kesek şehîd bû û 3 zarok jî birîndar bûn.
Hêzên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Helisa yê Efrîn-Şehbayê barand. Di bombebaranê de kesek şehîd bû û 3 zarok jî birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Helisa yê Efrîn-Şehbayê kirin. Di bombebaranê de welatê bi navê Mihemed Arif Hac Mehmûd ê 40 salî, şehîd bû.
Zarokên bi navê Hisên Mihemed Hesen Xelef (9), Murad Mihemed Hac Mehmûd (14) û Rosêl Mihemed Xelef (13) birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, rewşa Rosêl Mihemed Xelef giran e.