Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El Mustefa şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Mihemed El Mustefa yê ku di dema ser erka xwe bû şehîd bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Mihemed El Mustefa yê ku di dema ser erka xwe bû şehîd bûye.
Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku endamê wan Mihemed El Mustefa di encama krîza dil de di 19'ê Mijdarê de şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şehîd El Mustefa di beşa ewlekarî û parastina girtîgehan de cih digirt û ji bo parastina ewlehiya welatiyên herêmê derbasî gelek perwerdeyan bibû.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Mihemed El Mustefa
Navê dayikê: Îde El Elî
Navê bav: Ebûd
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Rimêle 1993
Cih û dîroka tevlêbûnê: Cirniye 2022
Cih û dîroka şehadetê: Tebqa 19/11/2024