Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate veşartin

Cenazeyê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Ebûd El Mistefa hate veşartin.

MERASÎMA VEŞARTINA CENAZE

Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclîsên girêdayî wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê cenazeyê şehîd Mihemed Ebûd El Mistefa yê li kantona Tebqayê 18`ê Mijdarê şehîd bûbû, spartin axê.

Di merasîma li goristana şehîdan a Tebqayê li dar ket de, hevseroka Desteya Hundirîn a kantona Tebqayê Mune El Ehmed axivî û got: "Em li ser vê axa pîroz bi şehîdê xwe serbilind û serfiraz in. Em soz didin şehîdan ku li ser rêya wan bin û rêya fedakariyê bidomînin."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê Ehmed El Omer got: "Em dizanin ku şehîd gihaştiye pileya herî bilind ku her mirovek li ser vê erdê hêvî dike bigihêje wê."

El Omer destnîşan kir ku projeya netewa demokratîk bûye nimûne û mînak û bi saya fedakariyên şehîdan ev proje hate avakirin.

Di dawiya merasîmê de belgenameya şehîd ji aliyê hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan, Dîlgirtiyan û Gaziyan a kantona Tebqayê Foza El Mihemed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştre girseyê cenazeyê şehîd sparte axê.