Li Reqa, Tirbespiye û Dêrikê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Di çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Reqa, Tirbespiyê û Dêrikê de li dijî zihniyeta serweriya mêr peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.
Di çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Reqa, Tirbespiyê û Dêrikê de li dijî zihniyeta serweriya mêr peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de çalakî hatin lidarxistin.
Çalakî di çarçoveya şîara “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî re xwe biparêzin” hatin lidarxistin.
REQA
Nûnerên Meclisa Idliba Kombûna Jinan a Zenûbya, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Reqayê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî panelê bûn. Panel bi dirûşmeya "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze" li hola Eştar a li Reqayê hate lidarxistin.
Berdevkê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî panel bi rêve bir.
Fatme balkişand ser tundîye û bandorên wê li ser jinan, malbat û civakê kir û xetereyên tundiye û cureyên wê yên derûnî, bedenî, aborî û dijîtal şîrove kirin.
Fatme diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê mijareke mirovî û exlaqî ye lê belê ji bo bidestxistina edaletê, wekheviya domdar, pêwîst e.
Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê panelê de parve kirin.
Cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim axivî û behsa destkeftiyên jinan di şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeê kir.
Newroz wiha domand: "Jin bi dirûşma `Jin, Jiyan, Azadî` pêşengtiya gelê xwe kirin û li dijî zîhniyeta serweriya mêr têdikoşin.”
Hevseroka Meclisa Idliba El xedra Îsra El Seyd axivî û got ji bo ku tundî bi dawî bibe, hewldana naskirina sedemên tundiyê pêwîst e. Her wiha diyar kir ku divê rêxistinên têkildarî vê pirsgirêkê çareser bike.
TIRBESPIYÊ
Di heman çarçoveyê de, endamên Kongra Star bi endamên saziyên civaka sivîl re li bajarê Tirbespiyê broşûrên têkildarî sedemên diyarkirina 25`ê Mijdarê wek roja têkoşîna li dijî tundiyê li ser jinan belav kirin.
DÊRIK
Kongra Star li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê semînerek li dar xist. Şênî, endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê tevlî semînerê bûn.
Di semînerê de sînevîzyonek têkildarî şehîd Rojgir Hêlîn û Asya Alî yên 23`yê Cotmehê li dijî şîrketa çêkirina balafiran û fezayê ya Tirkiyeyê li Enqereyê çalakiya fedayî li dar xistin, hate pêşandan.
Dûre endama Kongra Star a bajarê Qamişlo Sozdar Efrîn axivî û got: "25`ê Mijdarê, roja têkoşîn û berxwedana ji bo mafên jinan e. Ji ber nijadperestiyê û siyaseta li dijî jinan, edalet nine, lewma ji bo ku em azadî û mafên xwe bi dest bixin divê em têbikoşin û li ber xwe bidin."