Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin. Mêr li gelek navendan li dijî tundiya mêr meşiyan û gotin: “Pêşeroja me bi azadiya jinê ve girêdayî ye.”
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin. Mêr li gelek navendan li dijî tundiya mêr meşiyan û gotin: “Pêşeroja me bi azadiya jinê ve girêdayî ye.”
Li Kantona Reqa, bajarên Dirbêsiyê û Şedad yên Kantona Cizîrê bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, xwe biparêze” meş hatin lidarxistin.
REQA
Endamên saziyên sivîl, mêr û rûspiyên kantonê li pêşiya Konferdraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a navenda bajêr kom bûn û ber bi çerxerêya Neîm ve bi rê ketin. Li vir Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantonê Meşleb El Turkan axivî. Turkan diyar kir ku jin li cîhanê tên paşguhkirin û bi tundiyê re rû bi rû ne. Turkan anî ziman ku bi taybetî jî jinên herêmê ku zehmetiyên mezin ji ber hişmendiya baviksalariyê kişandine.
DIRBÊSIYÊ
Bi sedan mêr ên bajarê Dirbêsiyê ji Qada Jina Azad ber bi çerxerêya Şaredariyê ve meşiyan. Li vir hevseroka Şaredariya Gel a bajêr Zîlan Ereb axivî û got: "Di 50 salî de me gelek jinên pêşeng ên têkoşîna rizgariyê wekî şehîd Zîlan û Bêrîtan dan. Îro jî ji bo pêkanîna azadiyê em li ser şopa wan dimeşin."
Hevserokê Meclîsa bajarê Dirbêsiyê Numan Erebo jî soza bilindkirina asta têkoşînê û got: "Em ê bendan bişikînin û azadiya jinan û civakê misoger bikin."
ŞEDADÊ
Kongra Star ji bo mêran meşek li dar xist. Di meşê de endamên saziyên civaka sivîl ên bajarên Şedadê, Deşîşe û Mergede beşdar bûn. Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Şedadê dest pê kir û ber bi parka Rêber Abdullah Ocalan ve bi rê ket.
Li wir endama Kongra Star Erîc Elîsawî diyar kir ku roja 25'ê Mijdarê, di dîroka têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, rojeke girîng e.
Di dawiya axaftina xwe de Erîc Elîsawî nerazîbûna xwe li hemberî tundiya li ser jinan nîşan da.