QSD’ê ciwanekî Êzidî ê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû revandin rizgar kir
Ciwanê Êzidî Diyar Elî Refo yê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve ji Şengalê hatibû revandin, di encama operasyona QSD’ê ya li Minbicê hate rizgarkirin.
Ciwanê Êzidî Diyar Elî Refo yê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve ji Şengalê hatibû revandin, di encama operasyona QSD’ê ya li Minbicê hate rizgarkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ciwanekî Êzidî yê ku di êrîşên çeteyên DAÎŞˋê ya li dijî Şengalê yê Başûrê Kurdistanê de hatibû revandin, hat rizgarkirin.
Li gorî navendê, Tîmên Operasyonên Taybet (TOl) ên girêdayî QSDˋê li bajarê Minbicê operasyonek pêk anî, di operasyonê de ciwanekî Êzidî yê bi navê Diyar Elî Refo di hundirê maleke dît. Şaneyên çeteyên DAÎŞˋê hewl dida wî veguhêze herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker hatine dagirkirin.
Navendê dîmenê ciwanê revandî weşand. Di dîmenê de Diyar Elî Refo li ser çawaniya revandina wî tevî malbatê, veguhastina wî ber bi Sûriyeyê ve û çawa bi zorê tevlî DAÎŞˋê kirine û ew bi kar anîne, diaxive.