BI DÎMEN

Salvegera damezrandina PKK'ê li Şêranê hate pîrozkirin

Salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Şêranê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li bajarê Şêran ê kantona Firatê, salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Şahî li pêşiya Navenda Şaredariya Gel a bajarê Şêranê pêk hat.

Di şahiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan.

Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre ji Rêveberiya Kongra Star a bajarê Şêranê Nadiya Hiso axivî û salvegera 46'emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan li Rêber Apo û gerîlayên azadiyê pîroz kir.

Nadiya Hiso diyar kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê her tim xurt e û got: "Bi saya Rêber Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan hat damezirandin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo gerîlayên azadiyê li ber xwe didin û têdikoşin. Ji ber vê yekê tu kes bi vê hêza xurt nikarin. Dewleta Tirk a dagirker çiqas bi çekên giran êrîşî gerîla bikin, tu êrîş nikarin hêz, vîn û berxwedana gerîlayên azadiyê têk bibin. Gerîla hêz û hebûna me ye. Divê em xwedî li hêza gerîla derkevin û pişta gerîla bin. PKK hebûn û nasnama me ye."

Di dawiya şahiyê de li ber stranên şoreşgerî govend hate gerandin.