ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Herêma Firatê 20 rojan 21 hezar îmze li dijî dagirkeriya Tirk hatin komkirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê 20'ê Çileyê bi dirûşma "Na ji dagirkeriya Tirk a li xaka Sûriyeyê, bila Erdogan bê darizandin" dest bi kampanya îmzeyan kiribû. Heta niha li herêma Firatê 21 hezar îmze hatin komkirin. -
Tumena Sûltan Mûrat li Efrînê zarokên Kurdan dike çete
Çeteyên Tumena Sûltan Mûrat a girêdayî dewleta Tirk bi rêya hin komên xwe li Efrînê zarokên temenê wan biniya 18 salî ne, li kampa perwerdehiya leşkerî ya li Hawar Kîlîsê perwerde dike û piştre wan dişîne eniyên li Serêkaniyê û Girê Spî. -
Li Kobanê û Şehbayê komploya navneteweyî protesto kirin
Li Kobanê û Şehbayê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi meşen hatin lidarxistin hate protestokirin. -
Meclîsa Leşkerî ya Mibicê: 5 çete hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di hewldana çeteyan a li ser Minbicê de koma çeteyan a ji 5 kesan pêk dihatin hatin kuştin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Babê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên rojhilatê Babê dikin. -
Dewleta Tirk Minbicê bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker gundên girêdayî Minbic a girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe kir. -
QSD’ê ragihan ku kesê malbatên DAÎŞ’ê ji Holê direvînin girtine
QSD`ê ragihand ku hêzên wan kesek ku malbatên çeteyên DAÎŞ`ê ji Kampa Holê direvandin, girtine. -
MSD'ê bang li dewletên Ereb kir ku li ber dewleta Tirk rabin
MSD'ê bang li endamên Komkara Ereb a Yekbûyî kir ku li dijî polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo berfirehkirina dagirkeriyê, bikevin nava liv û tevgerê. MSD'ê ragihand, ku polîtîkayên dewleta Tirk wê bike ku DAÎŞ ji nû ve vegere. -
Li Minbicê êrîşa dagirker a dewleta Tirk hate şikandin
Hate diyarkirin êrîşa dewleta Tirk a dagirker ku biribû ser gundê El Cat ê bakurê rojhilatê Minbîcê hatiye şikandin. -
Şehîd Serdar Şakir li Qamişlo spartin axê
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Serdar Şakir li Goristana Şehîdan a Delîl Saroxan a li Qamişloyê spartin axê. Serdar Şakir 5’ê Sibatê di encama krîza dil de şehîd bûbû. -
Êrîşa dewleta Tirk a li Til Temirê hate şikandin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Ûm El Kêf ê Til Temirê kir. Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku wan êrîş şikandine. -
Talana dîrokî ya li Efrînê dîsa hate belgekirin
Dîmenên ji peykê yên talankirina Girê Şorbe ya Efrînê derket holê. Artêşa Tirk a dagirker li Bakurê Efrînê ev der talan kiribû. -
Li Hamayê di navbera çeteyên Enqereyê û artêşa Şamê şer çêbû
Di navbera komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên girêdayî hikumeta Şamê de li herêma Hamayê şer çêbû. -
PDK'iyê berê Resûl: PDK û ENKS xiyanetê li Kurdan dikin
Hecî Resûl ku sala 1961'ê tevlî raperîna gel a li Başûr bû û gelek caran bi Mele Mûstafa Barzanî re hevdîtin kir, diyar kir ku PDK û ENKS bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re xiyaneta herî mezin li Kurdan dikin. -
Dagirkeran êrîşî Eyn Îsayê kirin
Dagirkeran bombe li Restoranta Seqîrê ya li gundê Mielekê û rêya M4 ên li Eyn Îsayê barandin. -
Li Dêrazorê di êrîşa çekdarî de kesek mir
Li rojhilatê Dêrazorê hinek kesan bi çekê êrîşî Ehmed El Nasir kirin. Di êrîşê de hevjîna Nasir a li wî mir. -
Xelîl: Fikrên Rêberê Gelê Kurd li dinyayê belav bû
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl got, “Ji bo ku banga demokrasî û azadiyê dike, desthilatdar Rêber Apo ji xwe re wekî gefekê dibînin lê fikrên Abdullah Ocalan li Îtalya, Îspanya û Îngîltre jî di nav de li gelek welatên dinyayê belav bûye" -
Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revandin
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê 5 sivîl revandin. -
Li dijî lîderê eşîreta El Igêdatê êrîşekî sûîkastî hate kirin
Duh mayîneke berê li mala lîderê eşîra El Igêdat Şêx Hisên Înad El Mûfdî batibû bicihkirin, teqiya. Di êrîşa di nava mehekê de bu du car pêk hat, ziyanên madî pêk hatin. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser Eyn Îsa
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Mişêrfê, Nanxaneya Al Neil û Rêya M 4’an. -
Êrîş birin ser gora Hunermendê Kurd Xelîl Şêxo
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê êrîşî gora Hunermendê Kurd Xelîl Şêxo kirin û gor texrîb kirin. -
QSD: Bi dehan çete hatin girtin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ji bo du jinên rêveber ku beriya bi çendekê hatibûn qetilkirin li herêma sînor a Dêrazor û Iraqê operasyon kirine û bi dehan endamên çeteyan hatine girtin. -
DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ya li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ditirsin
Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv got, dewleta Tirk û çeteyên wan DAÎŞ ji şoreşa li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya jinên Kurd û Ereb ditirsin û ji ber vê jinên Kurd û Ereb kirine hedefa êrîşên xwe. -
Dagirker êrîşî gundên şehbayê dikin
Artêşa Tirk a dagirker, êrîşî gundên Semûqa, Til Medîq û Bendava Şehba dikin. -
Cenazeyê Şehîd Iwênat veşartin
Cenazeyê endamê Lîwa El Şema El Demokratîk Samîh Iwênat li Minbicê bi merasîmekê veşartin.