Komîteya Parastina Rêbertî bi nêzîkbûna 15’ê Sibatê re di salvegera 22’yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakiyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de îro civîneke berfireh li dar xist. Gelek kesayetên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, tev li civînê bûn.
Bi dirûşmeyaa “Dem dema azadiya serok Apo ye, azadiya serok Apo azadiya mirovahiyê ye” Komîteya Parastina Rêbertî îro bi kesayetên ku bi li Sûriyeyê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine, civiya.
Civîn li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê bi tevlêbûna 250 kesên ji kantona Qamişloyê li dar ket.
Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Xelîl got: “Komplo di demekê de ku emperyalîzm û zordestî tê de belav e, pêk hat û Rêber Abdullah Ocalan û tevahiya kesayetên ku banga azadiyê û demokrasiyê dikin, kir hedef.”
Xelîl destnîşan kir ku pergala emperyalîst dixwaze şerên li Rojhilata Navîn li dar be, da ku ajandeyên xwe pêk bîne û bi bîr xist ku sala 1996’an gelek caran hewl daye Rêber Abdullah Ocalan bikuje lê bi ser neketiye.
Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk heta niha qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan pêk nayne û hevdîtinan li gel Rêber Abdullah Ocalan qedexe dike.
Xelîl wiha domand: “Kurdistan li ser siyasetên dewletên desthilatdar ne xeternak e lê belê fikrên Rêber Abdullah Ocalan li ser wan xeternak in. Ji ber ku banga azadiyê û demokrasiyê dike. Fikrên wî li tevahiya cîhanê belav bûn. Li welatên wekî Îtalya, Spanya û Brîtanyayê fikrên wî belav bûn. Êdî gel hemû banga azadiyê û demokrasiyê dikin.”
Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û ev yek got: “Ji ber ku şoreşa me li ser rêgezên fikrên demokratîk û biratiya gelan ên ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dikin ava dibe, dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û dijberî şoreşa me ye.”
Civîn didome.